torsdag , 18 juli 2019
Kurdisk National Kongres: Bevar og vedligehold kurdisk

Kurdisk National Kongres: Bevar og vedligehold kurdisk

Kurdisk National Kongres (KNK) har den 12. maj sendt en pressemeddelse i anledning af kurdisk sprogdage, som fejres i dagene den 15., 16., og 17. maj hvert år.

Kommissionen for Sprog og Undervisning hos KNK har udarbejdet pressemeddelsen. Meddelsen er på kurdisk, som Nûdem.dk i dagens anledning vælger at bringe på kurdisk. Det fremgår af meddelelsen, at Kurdisk National Kongres, som har haft kontor i Bruxelles siden 200,7 valgt at fejre de kurdiske sprogdage.  I meddelsen påpeger kommissionen for de udfordringer, som det kurdiske sprog står overfor i diasporaliv og i de fire dele af Kurdistan, som befinder sig inden for grænseområderne for lande som Tyrkiet, Syrien, Irak og Iran. Kommissionen opfordrer til at man som kurdere i hele verden fejrer dagene med det formål at bevare, vedligeholde og udvikle det kurdiske sprog.

KNK´s meddelse på kurdisk er som følgende;

“Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê ji Kurd û Kurdistanîyan, ji dem û dezgehên neteweyî daxwazê dike ku Cejna Zimanê Kurdî [14-15-16ê Gulanê – 2013] bi rengekî berfireh pîroz bikin.

Wekî tête zanîn Cejna Zimanê Kurdî bi biryar û daxwaza KNKê ji 2007ê were tête pîroz kirin. Cihê şahîyê ye ku Cejna Zimanê Kurdî îro bûye edetekî neteweyî û cih girtîye û di van sê rojan da [14-15-16ê Gulanê] Cejna Zimanê Kurdî bi coş û heyecaneke mezin li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê tête pîroz kirin.

Li goreyî daxwaza KNKê hemû dem û dezgehên neteweyî hersal li goreyî şert û imkanên xwe pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî amade dikin û pîroz dikin. Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê îsal jî wekî hercar dixwaze Cejna Zimanê Kurdî bi armanca “Ji bo Kurd û Kurdistanê Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî” bête pîroz kirin. Ji ber ku Kurdan bi taybetî ji bo bakur, rojhilat û rojavaya Kurdistanê daxwaza “statuya polîtîk” bilind kirine û eve tête manaya statuya zimanê Kurdî jî. Daxwaza me statuya zimanê Kurdî ye, statuya xelkê Kurd e, statuya Kurdistanê ye. Lewma ev armanca pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî vê prosesê îfade dike.

Dagîrîya Kurdistanê bi taybetî li sê parçeyan, li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê didome. Parçeyê Kurdistanê yê li başûr îro di nav Iraqa Federal da statuyeke federatîv standîye û Kurdî gelek xwezayî zimanê fermî ye û hemû baskên jîyanê bi Kurdî têne jîyan. Herçend desthilata Erebî ya Bexdayê ya Iraqa Federal makqanûna nû ya Iraqa Federal binpê dike û hêj jî tixûbên Kurdistanê ji başûr ve teng digire û fermîyeta Kurdî li nav tixûbên Erebnişîn yên Iraqê bi cih nayîne jî lê zimanê Kurdî êdî xwudan statu ye, jînde ye û fonksiyonel e. Li Iranê, li parçeyê rojhilat zimanê Kurdî di bazarê da, di jîyana rojane da, di jîyana sosyal da fonksiyonel e û tête axivtin û bi kar înan. Lê hêj di nav sîstemê îdarî û perwerdeyê da fermîyet wernegirtîye û dewleta Iranê rê li ber pêşkevtina zimanê Kurdî digire. Li Surîyeyê jî di fermîyetê da kêm zêde eynî rewş berdewam e. Tiştê ji par were li Rojavayê hatîye guhorîn Kurdan li navçeya xwe “de facto” rêvebirîya xwe ava kirine û dest bi perwerdeya Kurdî jî kirine. Li Tirkîyeyê rewşa zimanê Kurdî ji Iran û Sûrîyeyê xirabtir e. Digel ku bi têkoşîna xelkê Kurd van salên dawîyê di warê bi kar înana zimanê Kurdî da hindek gav hatibin avêtin jî, lê asêtîya li ser zimanê Kurdî bi rengekî sîstematîk hêj jî tête domandin û rê nayê dan ku Kurdî statuyeke fermî werbigire û bikeve nav sîstemê îdarî û perwerdeya fermî. Ev rewşa negatîv her bi çi rengî be xizmeta asîmîlasyonê dike û pêşkevtina zimanê Kurdî hêdî dike ku eve digel xwe lawazbûna zimanî tîne.

 bi kurdi bifkire

Ji ber van binasên rewşa negatîv ya polîtîk parastina zimanê Kurdî di serê rojeva Kurdan da ye û divêt wisa be. Daxwaza fermîkirin û statu standina zimanê Kurdî bizaveke sereke ya Kurdan e û divêt neyê sist kirin. Cejna Zimanê Kurdî heta ku Kurdistan rizgar be, xelkê Kurd azad be dê bibe çeperê herî saxlem yê daxwazîya rizgarî û azadîya zimanê Kurdî. Kurdî wekî ziman bi doza Kurd û Kurdistanê, bi rizgarî û azadîya Kurd û Kurdistanê ve girêdayîye û yêk e. Zulma li ser Kurdî, Kurd û Kurdistanê gelek bêperwa û hovane tête domandin.

 Rewşa negatîv ya asîmîlasyonîst li meydanên dîasporayê jî gelek dijwar berdewam e.

Di nav van şertan da Kurd li Kurdistanê û diasporayê, alaya dengî ya neteweyê Kurd, makzimanê xelkê Kurd anku zimanê Kurdî bi hêzeke xurt divêt bilind bikin, li zimanê xwe xwudan derkevin û di hemû baskên jîyanê da bi kar bînin.

Daku zimanê Kurdî li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê bibe zimanê fermî yê duyê yê dewletê û bikeve nav sîstemê îdarî û perwerdeya fermî divêt xebat û têkoşîn bête bilindtir kirin.

Li dîasporayê jî Kurd li her welatê ku lê dijîn, her di kîjan çarçoveyê da be, divêt ji bo dîtin û wergirtina perwerdeya bi makzimanê xwe anku perwerdeya bi Kurdî hewildanên xwe bidomînin.

Pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî ji alîyê hemû dem û dezgehên neteweyî ve li goreyî şert û imkanan divêt bi rêkûpêkî bêne amade kirin û bi cih înan.

Doza zimanê Kurdî çeperê herî xurt û mezin yê parastina Kurd û Kurdistanê ye. Kurdî paşeroja Kurd û Kurdistanê ye. Kurdî garantîya hebûna Kurd û Kurdistanê ye.

Hêvî û daxwaza KNKê ew e ku Cejna Zimanê Kurdî di van sê rojan da, 14-15-16ê Gulanê, bi vê şuûra bilind ya neteweyî bête pîroz kirin û herwisa bangî hemû Kurd û Kurdistanîyan dikin ku di pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî da beşdarîyeke Newrozane bikin.

Herweha tête hêvîkirin ku ji bo giringîya axivtin, fêrbûn û perwerdeya makzimanî û perwerdeya bi giştî ya bi zimanê Kurdî kombûn, semîner, sempozyum û konferans jî bêne kirin.

Planê pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî ji bo sê roja bi vî rengî hatîye amade kirin:

Ji 14ê Gulanê pê ve dê şahî û pîrozbahîya Cejna Zimanê Kurdî bête dest pê kirin, mesaj bêne dan.

Li 15ê Gulanê li ser zimanê Kurdî dê axivtin û aktîvîteyên cuda bêne kirin. 15ê Gulanê herweha roja weşana kovara Hawarê ye [15 Gulan 1932]. Hawarê ji bo parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî kedeke mezin daye. Ji ber vê yêkê, ji bo bîrînana kovara Hawarê dê rola wê ya di warê parastin û jîyandina zimanê Kurdî da bête biha kirin û pîroz kirin.

Di 16ê Gulanê da jî ji bo xatiraya hemû şehîdên Kurdistanê, ku di serî da ji bo parastina zimanê Kurdî, neteweyê Kurd û Kurdistanê canê xwe yê pîroz feda kirine, di roja dawîyê ya “Cejna Zimanê Kurdî” da, dê hemû şehîdên Kurdistanê bêne bîrînan. Bi vê armancê xelkê Kurd dê bi gul û kulîlkan biçine ser av, çem û robarên Kurdistanê û wan qevdên gul û kulîlkan biavêjine nav av, çem û robarên Kurdistanê û rêzê li giyanê pak yê şehîdan bigirin. Li meydanên dîasporayê jî hemû Kurd vê seremonîyê li goreyî şert û imkanên xwe divêt bi cih bînin.

Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurd û Kurdistanîyan pîroz be”

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê

12 Gulan 2013, Bruksel

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

Kurdistan National Congress

Congrès National du Kurdistan

 Rue Jean Stas 41 1060 Bruxelles

  tel: 00 32 2 647 30 84 fax: 00 32 2 647 68 49

www.kongrakurdistan.net e-mail: kongrakurdistan@gmail.com