mandag , 22 april 2019
Rejîma Sûriyê Gazê Siyanînd a Kîmiyasal Li Dijî Kurdên Helebê Bi Kartîne

Rejîma Sûriyê Gazê Siyanînd a Kîmiyasal Li Dijî Kurdên Helebê Bi Kartîne

Af  Ehmedê Yûsif

Hate ragihandin ku roja şemiyê 13/04/2013  seet 3:00 danê sibehê  balefireke rejîma Sûriyê du bombeyên kîmyasal avête ser taxa Şêx Maqsûd  a bajabê Helebê ya ku weke taxeke kurda tê naskirin.

Di encama bombeyên kîmyasal de du zarok û jinekê û her wiha zilamekî jiyana xwe ji dest dan, û bêtirî 16 kes jî bi giranî bi jehra siyanîdê ketin. Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê hatin cihê buyerê û hemû welatiyên ku bi jehrê ketibûn rêkirin nexwaşxaneya bajarê Efrînê.

Jêderê tenduristyê li bajarê Efrînê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê ( ANHA) re da xuyakirin ku kesên jehr pêketî di rewşwke xirab de dilerizîn û vedirşîn û bêvla wan diherikî, her wiha bi giranî çavên wan dişewitîn ji behnkirina siyanîdê.

Duktorekî li helebê da zanîn ku yek ji kesên bi jehrê ketibûn yekser ruhniya çavên xwe winakir.
Her wiha nûçegihanê ( ANHA) ragihand ku hinek ji jehrpêketiyan ji endamê asayîşê bûn.

Hate zanîn ku herdû bombeyên gazê yên ku bi ser kurdan de hatibûn avêtin  weke du qutiyên ji hesin bûn û di hundirê wan de qutiyên plastîk ku bi gazê hatibûn dagirtin.

Tê zanîn ku ev ne cara yekemîn e ku rejîma Sûriyê çekên kîmyasal di van du salan de bi kartîne, di  19/03/2013 an de jî, rejîmê ev çek li dijî welatiyên Ereb li taxa Xan Elesel a li  bajêrê Helebê bi karanîbû,  û di encamê de 15 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn.

Tevlî hovîtiya rejîma Baas a Sûriyê hê jî civata navnetewî bêdeng e, bi taybet biştî bikaranîna çekên qedexe.

Di 15/03/2011 an de  gelên Sûriyê li dijî rejîma Baas şoreş destpêkirin, û heta niha nêzîkî 100 hezar welatî jiyana xwe ji dest dane, û nêzîkî milyonek jî ji Sûriyê  koçberbûn û bûn penaber, her wiha zêdî 2 milyon di hundir Sûriyê de koçberbûn.

Niha jî 5 milyon welatî pêdiviya wan bi şert û mercên jiyanê heye, û yên di jî di mecên pir xirab de jiyan dikin.