mandag , 22 april 2019
Röportaj: Endamê Meclîsa Ewrûpa ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Îbrahîm Îbrahîm

Röportaj: Endamê Meclîsa Ewrûpa ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Îbrahîm Îbrahîm

Interview med PYD´s europæisk repræsentant Îbrahîm Îbrahîm. Interviewet er på kurdisk og er  foretaget af Ahmed Youssef.

Nûdem: Birêz Îbrahîm Îbrahîm endamê meclîsa Ewrûpa ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD û berpirsyarê ragihandina PYD li Ewrûpa, binavê desteya malpera Nûdem.dk em we silav dikin û spasiya we dikin ji bo vê hevpeyvînê.

Ez jî bi navê xwe û bi navê PYD ê malpera we Nûden.dk spas dikim, û serkeftinê ji bo we dixwazim.

Nûdem: Destpêkê, rewşa giştî ya Rojavayê kurdistanê çawaye? Û car caran em dibhîsin ku Artêşa Azad êrîş dibe ser kurdan li Rojavayê Kurdistanê; bi nerîna we sedemên van êrîşan çine? Û kurd çawa dikarin li hember êrîşan bisekinin?

Bi kurtî eger em li rewşa Sûriyê binêrin, em dikarin bêjin ku rewşa rojava yê herî aram û ewle ye; sedema vê jî hişmendiya gelê kurd û tevgera kurdî ye. Partiya me beriya her kesî têgihêşt xeteriya biçekkirina şoreşa Sûrî; ji ber vê kurdan çekên xwe li hember kesekî bikar nanîn, tenê ji bo parastina gelê xwe û herêmên xwe, lê zihniyeta erebên faşizim heya niha serdest e di bûyerên Sûroyê de, çi ji hêla rejîmê û çi ji hêla opozisyûnê ve. Ji ber vê zihniyetê car caran hem rejîma Baas û hem jî çekdarên Artêşa Azad êrîşî herêmên kurdan dikin. Sedemên van êrîşan jî her ew sedemên dîrokî ne, ango zihniyeta nijadperest û ramana oldarî ya teng ya ku ti kesî cuda qebûlnake û napejirîne, ev zihniyeta faşist ne nû ye, lê bi sedê salan e hewildidin ku netewa kurd di hundurê netewa ereb de bihelîn û asîmle bikin, carna bi nave Îslamê û carna bi navê sosyalîzmê û îro jî bi navê şoreşê û welatparêziya Sûriyê. Bi manayeke ( wateyeke) dî em dikarin bêjin ku ev pilan berdewam e li ser gelê kurd, û li hember vê pilanê zanîn û îradeya kurdan heye, û li dijî êrîşan, Yekîneyên Parastina Gel YPG heye. Yekîneyên parastinê xeta berxwedanê ya yekem e li hember êrîşên rejîm û opozisyûnê li ser kurdan.

interview

Nûdem: We got ku herêma Rojavayê Kurdistanê ya herî bi ewle û aram e, tevlî ku kurd berî her kesî beşdarî şoreşa Sûriyê bûn, çawa em dikarin vî tiştî şîrov e bikin? Alavên we ( tevgera we ) çibû ji bo aramiya Rojava?

Bawerbikin gava em dibêjin me wek PYD baş dizanîbû ku Sûriyê wek rejîm û wek milet jî, ji aliyê zihniyeta siyasî û civakî ve, gelek cuda ye ji dewletên ereban yên din, ji ber vî tiştî me dît ku tenê parastina kurdan ji tevliheviya ku di sûriyê de, wê bikaribe kurdan bighîne armancên wan. Ev dîtina me vedigere stratejiya PYD û  xwandina me ji bûyerên paşerojê re. lewre em bi kurdîtiya xwe û bi deng û rengê xwe tevli şoreşê bûn, ne ji bo daxwazên ti kesî em tevlê bûn, ême wek kurd ji xwe şoreşa me ji sala 2004 an de destpêkiriye. Erebên ku niha dibêjin em opozisyûn in, di 2004 an de hemi Baasên şofînî bûn. Kuştin û talana ku niha li Sûriyê çêdibe, dide xuyakirin ku çendî helwest û dîtinên me rast bûn.

Nûdem: Têkiliên we bi hêzên opozisyûna ereb re niha çawane? Ew amade ne ku kurdan qebûlbikin wek gelek resen û li ser xaka xwe jiyan dike û xwedî maf e?

Heta niha hêzeke opozisyûnê ku doza kurdî wek doza erd û gel fêm bike me nedîdî; û têkiliyên me bi wan re girêdayî qebûlkirina mafêm gelê kurd  ên rewa ne, lê dîsa em herdem di danûstandinê de ne, û gotûbêjên me bi her kesî re hene.

Nûdem: Hûn wek PYD çi formê baştir ji bo çareserkirina doza kurdî li Sûriyê dibînin? Gelo emê herêmeke kurdî li Rojavayê Kurdistanê wek Başûr di demeke nêzîk de bibînin?

Helwesta me û daxwaza me di mesaja me ya siyasî û projeya me ya netewî de belî ye û xuya ye; em xweseriya demokratîk dixwazin, lê … em partiyeke mîkenîzim in, ango em rêzê ji têgihiyên pêvajoya ku em tê de dijîn re digirin (Vi respekterer begreberne af øjeblikket og tiden, som vi leve i)  lê bêyî ku zerarê bide stratejiya kurdan li Rojava û li Kurdistanê bi giştî. Doza me sedemên wê yên subjektîv û objektîv hene, û em dixwazin herdûyan bigihînin hev. ( Vores sag har en subjektive og objektive grunde, vi forsøger at forene de to. )

PYD-Kurd-checkpoint

Nûdem: Hêzên PKK dest bi vekişîna ji sînorê Tirkiyê kir; gelo mumkun e PKK têkiliyê xwe bi PYD re zêdebike ? û eger wisa be, ihtîmal heye ku PKK têkeve Rojava ji bo parastina kurdan û şerê rejîma Sûrî bike?

We got ( îhtîmal e, måske) lê li gor min ev îhtîmal jî tine ye, ji ber ku Rojavayê Kurdistanê niha hêza xwe xort û keçên xwe ye, û hêza Rojava bese ku rojava biparêze, niha bi deh hezaran şervanên YPG hene, ew tenê ji bo parastinê ne, lê… eger xeteriyeke mezintir hate ser rojava ji mafê her kurdekî ye li cîhanê ku rojava biparêze. Tiştê ku ereb ji mafê xwe dibîne em jî ji mafê xwe dibînin, eger erebek ta ji Maroko û Tûnis tê ji bo li gel opozisyûnê şer bike, û îranî û lubnanî tên li gel rejîmê şerdikin, û ji bo tenê 80 hezar Turkmen li Sûriyê dewleta tirk tang û topên xwe li ser sînor rêz dike, wisa ji mafê gelê kurd e jî ku her kurdek piştgiriyê bide gelê Rojava.

Di vî warî de dixwazim bêjim ku ti girêdana me ya rêxistinî û leşkerî bi PKK re nînin, girêdana me bi PKK re tenê girêdaneke li ser bingeha raman û felsefeya ramangerê kurd serok Abdullah Ocalan e, ne tenê di aliyê îdyolojîk de, lê belê di aliyê çandî û civakî û şaristanî de jî. Ji ber ku kesê felsefeya rêber APO bixwîne wê baş bibîne ku ew felsefeya demê ye, û li ser bingeheke zanistî a nûjen hatiye avakirin. Em dibînin ew felsefeyeke mirovahiyê ya modern e.

Nûdem: Nerîna we wek PYD çiye derbarê pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê? Di nerîna we de ev pêvajo wê ji bo kurdan serkeftî be an na?

Gelê Kurdistanê herdem hezkiriyê aştiyê ye, ev pêvajo ji 30 salî ve daxwaza kurdan û PKK ye, û gava ku PKK tekoşîna çekdarî destpêkiriye, ji bo mafê gelê kurd destpêkir, û her ji bo aştiyê şer kir, lê dewleta tirk bi balafir û tang û topan li ber gelê kurd sekinî. Îro rêber Ocalan nameya xwe ya dîrokî ji bo sekinandina xwînê û çareserkirina doza kurdî pêşkêş dike, çareseriyeke li ser bingeha maf û aştî û rûmetê ne tenê di navbera kurd û tirkan de lê di navbera hemî gelên herêmê de. Hemî cîhanê projeya rêber APO bi kêfxwaşî pêşwazî kir û piştgirî danê; em jî wek PYD projeya rêber Ocalan  ya aştiyê qebûldikin û piştgiriyê didin.

Nûdem: Rêxistina PYD  çiqas mezin û aktîv e li Danmark?

Mezinbûna rêxistina me girêdayî karê me ye, lê em dikarin bêjin, bi sedan hevalên me yên rezistinkirî li seranserî Danmarka hene, û pir heval me hene ku heta niha me nikarîbû têkliyan bi wan re çêkin, lê di demeke nêzîk de emê xwe bigihînin her kesî.