Rezan Jamal feat. Sipan Qamislo “Be te nabe”

Rezan Jamal feat. Sipan Qamislo “Be te nabe”

Rapperen Rezan Jamal har sendt sin nye musikvideo til os, hvor vi vælger at udgive den på Nudem.

Intro:
Nabe nabe, bê te nabe
Delala min, evîn bê te nabe
Nabe nabe, bê te nabe
Ji te pir hez dikim, evîn bê te nabe

Vers 1:
Bêj çibikim ez were ji mir bêj
Êş ketiye dil, serê min jî gêj
Bejna te nayê demekî dirêj
Mi go hey jîyan bê te namêşe li pêş

Xweşikbûna te, xweşiktire ji Parîs
Li cem te havîn, li Miami payîz
Bi almanî bêjim, “Du bist mein Paradies”
Te tam bîst car bi hîs û dilê min re lîst

Gava ez te dibînim, difirim azmana
Gava ez te nebînim, dinya dibe vala
Naxwazim hevala, na naxwazim walla
Tenê te dixwazim yarê, sibê û evara

Keçê were îro, were îsal
Eze bo te bikim rap, bo te bikim freestyle
Li Kurdistan, xweke fîstan, meha nîsan
Emê pevre govend bireqisin dîsa

Mîna Mona Lisa, tû delalî
Li ser rêya tû dimeşî wek ferrarî
Ezê hez ji te bikim herdem hercarî
Jîyan bê te ticar nebû û qet nabî

Refrain 1:
Nabe nabe, bê te nabe
Delala min, evîn bê te nabe
Nabe nabe, bê te nabe
Ji te pir hez dikim, evîn bê te nabe

Tu sebeba min, zû were ba min
Tu evîna min, naçê ji bîra min
Na nabî, jîyan nabî, oy oy oy oy oy
Wa baran barî, ronîya çavê min

Vers 2:
Çavbelek, tû xweşikî zahf gelek
Way felek, wûlo li min tahde nek
Edî bese delala min, bê te nabe qet
Were bera bibe aşq û evîna me yek

Bera bibe kêf, bibe destan
Bera bibe şahî, bibe stiran
Bera bibe govend, bibe dîlan
Bera bibe hertiştê xweş, heyecan

Serçavê te ber çavê min
Bû evîna te her gavê min
Ez bilez û bez, tavêjim
De, zû were cem min, canê min

Sond dixum yarê li ser ala sor
Te bikim siltan, ez împarator
Fermanek bidim li vê jîyana zor
Hemû evîndar bifirin li azmana jor

Hey hey evîndarno
Werin werin birano û cîrano
Strana kurdî ne chicano
Disa tû ji me re bistre Sîpano

Refrain 2:
Nabe nabe, bê te nabe
Delala min, evîn be te nabe
Nabe nabe, bê te nabe
Ji te pir hez dikim, evîn bê te nabe

Tu sebeba min, zû were ba min
Tu evîna min, naçê ji bîra min
Na nabî, jîyan nabî, oy oy oy oy oy
Wa baran barî, ronîya çavê min

NYHEDER