Intervuya Nûdem digel hunermend Ferhat Tunç

Intervuya Nûdem digel hunermend Ferhat Tunç

Nûdem: Hûn îsal 30. salîya hunera xwe pîroz dikin. We ev 30 sal çawan bi kar înan û hedefên we çi ne?

Ferhat Tunç: Spas dikim. Şik têda nîne ku li ser 30 salên jîyana xwe ya hunerî gelek tişt hene ku bêjim. Qîrîna jîyaneke dijwar û têkoşînê heye. Digel zordestîyan sekineke şoreşgerî û xelkî ya bi cazîbeya hebûn û berhemdêrîyê tacîser bûyî heye. Divêt ez bêjim ku huner dijî her reng xirabîyê, zordestî û zulmê stargeha herî xurt e. Ji xwe tam ev heqîqet e ku wê dike hedefa hêzên serdest. Nîşandana hunera xwe, sekina we ya hunerî ji bo wan risk û bêtehemmulî bi xwe ye. Paralelî vê jîyana we jî bi rîsk dibe, belêm hindî ku hûn li ser rastîya xwe bin nalerizin. Huner bi vî rengî, bi amadekirina nexşeyê rêya we spehîtir dibe.

Di nav hunera ku rola wê li pêşkevtinên civakî da misoger e 30 sal mayîn û di nav dîroka dastanî da cih girtin serbilindîyê dide. 30 salan xebitîm ku bibime dengê xelkên ku doza wekhevî û azadîyê dikin. Heke mesele mîrate hêlan be, têgihiştim ku eve bi bûyîna deng û nefesa xelkan dibe. Hindî ku nefes û enerjîya min têra bike dixwazim wan stranên ku bûyîne “bedel” bêjim.

Nûdem: Di rêvingîya van 30 salan da ji bo cihê ku we lê destpêkirî hûn dê çi bêjin, tesîra ku wî cihî li ser we hêlayî dikarin behs bikin?

Ferhat Tunç: Dikarim cihê ku zarokîya min lê borî, Dêrsimê wekî nuqteya destpêkê hesab bikim. Min bi isyanê dest bi stran gotinê kir. Ez diqîrîyam û qîrîn ji bo min wekî îbadet kirinê bû. Herwisa min isyan dikir û piştî salan min ferq kir ku peywendîya wê bi hunerê ve heye. Min bi lorîyên ku ji mezinên xwe bihîstî dest bi rêvingîyê kir. Hêj ez î 7 salî min lorîyên bapîrê xwe digotin; bêyî ku bêjim eve dar e an ber e diqîrîyam û diqîrîyam… Wekî min digotin rondik ji çavên bapîrê min diwerîyan û piştî salan di manaya wan gihiştim ku eve ew sal bûn ku ez ji bapîrê xwe, ji lorîyên wî û ji makzimanê xwe dûr ketîbûm. Êdî li şûna stranên bi makzimanê xwe Kurdî, min dest bi yên Tirkî kiribû. Min lorî û stranên ku dengbêjên şoreşger ji bo şoreşgerên hatîne kuştin çêkirî digotin.

Nûdem: Heke hûn duhîyê bi îro ve muqayese bikin, li Tirkîyeyê cihê ku muzîka resen hatîyê çawan biha dikin?

Ferhat Tunç: Herçend divîyabû berevajî be, lê bi hizira min îro hêj jî li paş duhî maye. Bi pêşkevtina teknolojîyê anjî pêşkevtina “bêyî kontrol”, huner jî ji bihayê xwe yê civakî dûr ket. Divêt bêjim ku ew muzîka ku “resen” dibêjinê, girêdayî pêşhatinên civakî û polîtîk kêm ma û nikarî xwe biguhore.

Bêşik, vî demî bi navê muzîkê xebatên gelek giring jî dayîne. Lê belê, rastîyek jî heye ku van xebatan di navbeyna çerxa dinyaya dîjîtal ya pêşveçûyî da zehmetîyên xwe dane ferq kirinê jî hene. Gelek hunermendên ku dixwastin xwe bidine ferq kirin, ketine dava kultura populer û ji bihayên xwe yên xwumal dûr ketin û bîyanî bûn. Di çarçoveya muzîka etnîk da bi taybetî hunermendên Kurd xebatên kêrhatî kirin. Em dikarin ji gelek hevalên xwe yên ku muzîka Kurdî û bi taybetî jî ya Zazakî çêkirî behs bikin. Belêm tehlîkeya esasî ya ku li ber wan, tam jî xwe dane ferq kirin anku li ser zemînê populerîyê daxwaza vegirtina cihî ye. Di pêşkevtina hunerî da bihayê esasî xelk in û berxwedana wan ya dîrokî ye. Ji van bihayan dûrketin, dibe binasê [sebebê] ku hunermendek xwe li dinyayeke reş û tarî hefs bike. Yên ku dixwazin bibine dengê berxwedanê, hindî ku wê bi spehîtîyên hunerê ve binexşînin, tiştekî ku ew berze bikin nabe.

Nûdem: Li temamî jîyana xwe hûn bûne dengê bindest û mezlûmên Tirkîyeyê. Hûn balans û peywendîya di navbeyna polîtîka û hunerê da çawan dibînin?

Ferhat Tunç: Ji xwe li cihê ku polîtîka û huner negihiştibe hev, bawer nakim ku ji hunereke rastîn bête behs kirin. Polîtîka di eynî wextî da ziman û kirdeya hunerê ye. Gotina ku dibêjin “sekina polîtîk ya hunermendî nabe” şaşîyeke wisa ye ku li welatên wekî yê me sîstemên serdest vê yêkê belav dikin û dixwazin tesîrdar bikin. Wekî tête gotin; fikirên serdest yên li civatê, fikirên ku serdestan afirandî ne. Çawan ku patron ji kerba karkeran xwe didin paş, serdest jî ji zimanê hunerê xwe didin paş ku eve tiştekî xerîb nîne.

Nûdem: Hûn li temamî jîyana xwe ya hunerî rû bi rûyî gef, zordestî û girtinan hatin. Ev tiştên bi serê we hatî çi tesîr li huner û muzîka ku we çêkirî kir?

Ferhat Tunç: Ya rastî tesîreke pozîtîv kir. Ji bûyerên ku bi serê min hatî gelek tişt fêr bûm. Divêt bêjim ku bihayê stranên me yê li nav civatê bi temamî bi vê rastîyê ve girêdayîye. Ev gef, zordestî, berçavkirin, girtin û dozên li ser min hatine vekirin daîm bûne mijara stranên min yên nû. Tiştê ku hunermendan xurt dike ev herikîna jîyanê ye. Yên ku hunerê bêyî ku xwe têkilî av û sabûnê bikin çêdikin ji xwe cihê wan yê rastî û mayînde di nav civatê da nîne.

Nûdem: Li van 12 salên desthilata AKPê heke hûn muqayeseyê digel hukûmetên borî bikin, hatina qonaxa jîyana hunerî ya li Tirkîyeyê çawan biha dikin?

Ferhat Tunç: Di desthilatdarîya AKPê da peydakirina ferqê mumkun nîne. Polîtîkayên negatîv yên dijî wekhevî û azadîxwazan, kedkaran û bi taybetî xelkê Kurd, di esasî da êrişkarîya li ser karaktera hevdem ya hunerê ye jî. Çiku hunera me li ser rastîya van alîyên civakî pêş dikeve. Desthilatê soz da ku li dijî zihnîyeta berî xwe hesabxwaz be, belêm wan jî ew zihnîyet dubare kir.

Deshilata AKPê iddia kir ku alîyên heta nihe hatine inkar kirin, nehatine dîtin, nas û qebûl dike, belêm vê ji leyiza xapînok ya “afirandina Kurdê xwe” pê ve encamek neda. Eve hem versiyoneke nepenî ya inkarkirinê bû, hem jî rê li ber girtina civata organîzebûyî, Kurdê organîzebûyî, parçekirin û nedan û redkirina mafên kolektîv bû. Ji milekê ve jî polîtîka organîzekirina terefdarên xwe bû. AKPê tandansa hunera mafxwaz û hevdem bo xwe wekî “dijmin” bi nav kir. Min ji ber axivtineke xwe ya li konsera min 2 sal ceza wergirt. Van demên borî dozgeran bi cezayê 3 salan doz li ser min vekirin.

Nûdem: Hûn ji pencereya hunermendî vê prosesa aştîyê ku bi hêvîyên mezin hate dest pê kirin belêm di halê hazir da rû bi rûyî xetimînekê bûye çawan dibînin? Bo aştîyê hûn hêvîdar in?

Ferhat Tunç: Min wekî hunermend, di demên ku zulm û êrişkarî li merheleya herî dijwar da jî hêvîya xwe ya bi aştîyê parastîye. Temaya piranîya stranên ku min bi vê hêvîyê çêkirî aştî û biratî ye. Bi dehan stranên min yên wekî “Bo şerî no”, “Xwûnê hiş bikin” û “Li kî derê yî ey biratî” dikarim bihejmêrim. Xetimîn herdaîm hebû û binasê [sebebê] sereke jî biyanîbûna desthilatê ya beramberî rastîya pirsa Kurdî ye. Ji ser Newroza 2013ê hema bêjin salek derbaz bû. Ev prosese li ser bingehê hemle û deklerasyona rêberê xelkê Kurd birêz Abdullah Ocalan dest pê kir. Gerîlla ji ber selametîya prosesê bi hejmareke giring derketine derveyî tixûban. Ji bo kemilîna prosesê bêşik gav avêtina pêdivî ji dewletê hate hêvî kirin. Di vî midehê salekê da beramberî gavên ku bizava polîtk ya Kurd avêtî bersiv nehate dan. Dadgehkirin û operasyonên provakatîv zêdetir dom kir. Parlementerên Kurd 2 sal û 7 meh dereng hatin berdan û nêzîkî deh hezaran polîtîker hêj jî di hefsê da rehîn têne girtin. Sabote kirina wan ya prosesê, ji hesabdayîna komkujîya Roboskê revîn, li pişt kuştina sê jinên şoreşger yên Kurd li Parîsê hebûna desthilata AKPê û herî dawîyê ji terefê polîsan kuştina sê Kurdên Geverê jî hêvîya me ya ji bo çareserîyê neşkand. Digel hertiştî bawerîya min heye ku çareserkirina demokratîk ya pirsa Kurdî mumkun e, lê belê ez terefdarê wê yêkê me ku li Tirkîyeyê berxwedana demokratîk fireh bibe û têkoşîna li ser bingehê wekhevî û azadîyê hemû xelk û bawerîyan hilgire nav xwe û pêşbikeve.

Nûdem: Di hilbijartinên dawîyê yên parlementê da hûn namzetê Bloka ked û Demokrasîyê bûn. Di hilbijartinên pêşîya me da hûn dîsa ve namzet in?

Ferhat Tunç: Huvîyeta min ya hunermendî ne asteng e ku ez di cepheyê têkoşîna civakî da berpirsiyarîyê wergirim. Bereks heke digel hev di nav peywendîyeke xurt da bête domandin encam girtina tesîrdar mumkun e. Li Dêrsimê wekî namzetê Blokê em negihiştin armanca xwe. Belêm vê encamê xebata min sist nekir, hêj zêdetir li têkoşînê germtirbûn derêxiste pêş. Wekî endamê Kongreya Xelkan ya Demokratîk û paşê jî wekî damezrêner û endamê meclisa Partîya Xelkan ya Demokratîk vê têkoşîna xwe didomînim. Ji îro heta subehî dê çi bête guhorîn, nizanim. Lê belê, ez aktîvbûna polîtîk ya zêdetir û xebatên berpirsiyarîya temsîlî nadime paş. Heke maqûl hate dîtin û imkanê xizmetê hate dan di demên pêşîya me da ez dikarim di nav xebateke ku temsîlîyeta wê bilindtir da bibim. Ez bêjim xelkê me encama piştî 12ê Hezîranê ya ku li Dêrsimê em rû bi rû hatî nehêra. Ji bo telafîkirina wê ez bawer dikim ku divêt ez di nav xebatekê da bim û hêvî dikim ku Dêrsim dê hilbijartineke hêjayî bihayên xwe yên dîrokî bike. Eve herweha di hilbijartinên li pêşîya me yên şehridarîyê da jî divêt wisa be.

Nûdem: Navê albûma we ya dawîyê Dêrsim e. Hûn wekî ewladê wê cografyayê, Dêrsim bo we çi îfade dike?

Ferhat Tunç: “Dêrsim – Şuware Kirmancîye”, ji isyana li dijî tehlîkeya biryana zimanê Kirmanckî (Zazakî) peyda bûye. Ji ber ku makzimanê me rû bi rûyî birandinê bû, min xwast ferqî û taybetîya xweser ya zimanê me bi vê xebatê bidime nîşandan.

UNESCO li nav zimanên ku li dinyayê di nav rîskê windabûnê da ne balê dikêşe ser Kirmanckî (Zazakî) jî. Heke zimanê ku bal hatîye kêşan makzimanê min be, wekî hunermendek pêdivîya berpirsiyarîya xwudanderketinê xwe dide his kirin. Anku albûma Dêrsimê ji ber pêdivîya berpirsiyarîyê derket û gihişte guhdaran.

Gava behs bû Dêrsim, hisên min herdaîm rengekî taybetî wergirtin. Dêrsim, herwekî ku mirov xwe bigihîne destgirtîya xwe û dîsa ve negihê. Şubî destgirtîyeke ku hemû gotinên zimanekê bi kar bînim û têra tarîfê nekin. Ji bo hunera min, huvîyeta hunermendîya min bingehê rastîyê ye jî. Bi vê manayê ez wekî hunermendekî ku ji wê cografyayê derketî, li goreyî şuûra erk û berpirsiyarîyên xwe xebatê dikim. Ez vê wekî destkevteke xwe ya herî mezin dibînim.

Gava behs dibû Dêrsim, wekî min di serê hevpeyvînê da jî gotî, warê ku ez lê kêm mayî ziman bû. Daku kêmasîya xwe ya di zimanî da berteref bikim gelek xebitîm. Ji ber hindê, bi salan e ku Tirkî distrêm, îro min albûmeke bi temamî ji lorîyên Kirmanckî pêkhatî çêkirîye û ji ber bi cih înana vî erkî memnûn im. Ev xebate ji bo telafîkirina kêmasîyên min anjî bo hisên min yên Dêrsimî bûye.

Nûdem: Di prosesên dadgehê yên li Tirkîyeyê yên ku hûn rû bi rû hatî da, dem û dezgehên navneteweyî destekên xwe ji we kêm nekirin. Yêk ji wan jî Freemuse bû. Rêyên we digel vê organîzasyonê çawan vêk ketin?

Ferhat Tunç: Têkilîya min digel Freemuseyê li 2003yê dest pê kir. Axivtina min ya li konsera li festîvala Bazîdê [Dogubeyazît] kirine sebeb û ez li Mîlasa girêdayî Bodrumê girtim û birim hefsa Muğlayê. Daku vê kiryara keyfî betal bikin awûkatên [parezêrên] min û bi pêşengîya Komeleya Mafên Mirov gelek kes û dezgehan xebatên giring kirin. Pêyekî vê xebatê jî medya û bîr û rehîya Ewrûpayê bû. Ev pirse di hindek rojnameyên Ewrûpayê da belav bû û bala Freemuseyê jî kêşa; piştî ez ji hefsê derketim me bo hevdu nivîsî. Min hem li ser xwe hem jî li ser pêşhatinên li Tirkîyeyê daîm Freemuse agahdar dikir. Di vî warî da helbet hevkarîya hêja Şanar Yurdatapan jî çêbû. Me bi hev ra midehekê xebatên giring kirin. Paşê serokê Freemuseyê Ole Raitov bi heyetekê hate Tirkîyeyê; ez ji bo programeke yêk hefteyî dawetî Danmarkê kirim. Gava ez piştî salekê çûye Danmarkê gelek baş hatim pêşwazî kirin û li konferansa ku li parlementê hatîye çêkirin, belkî jî di dîroka parlementa Danmarkê da ewilcar bû ku min du stran gotin ku yêk jê Kurdî bû.

Paşê jî xebatên me yên bi hev ra dom kir û li salên 2008 û 2009ê li Norwec û Swêdê ji bo 3 Adar Roja Muzîka Azad ya Dinyayê hatim vexwandin û van konseran li medyaya Ewrûpayê cihekî fireh girt. Herweha ji 2008ê were jî wekî temsîlkarê Freemuseyê li Tirkîyeyê hatîme wezîfedar kirin.

Piştî van xebatan min xelatê Muzîka Azad ya Dinyayê ya Freemuseyê ya 2009ê digel hunermendê Iranî Mahza Vahdat parve kir. Freemuse ku merkeza wê li paytextê Danmarkê Kopenhagê ye, li kî derê dinyayê bin ferq nake digel hunermendên ku di bin zulm û sansûrê da ne piştgirîya xwe didomîne. Ji ber van têkilîyên ku organîzasyonê temîn kirî min çu caran li Tirkîyeyê xwe tenê û bê parastin his nekir. Ev têkilî û xebatên digel Freemuseyê têne kirin bûne imkan û firseta mezin ku ji alîyê festîval û konserên navneteweyî ve tême gazî kirin, di vî warî da hatim nas kirin. Herweha digel serokê Freemuseyê hêja Ole Raitov dostayetîyeke me jî heye. Li salên pêşîya me, di warê navneteweyî da xebatên hêj zêdetir dengvedêr dê bêne kirin.

Nûdem: Hûn guhdarên xwe yên li Ewrûpayê çawan dibînin? Heke hûn digel guhdarên Tirkîyeyê bidine ber hev çi ferqî û wekî hevî hene?

Ferhat Tunç: Eve bi salan e ku wekî berê li Ewrûpayê konseran nadim. Ez bêjim ji ber ku li Tirkîyeyê xebatên polîtîk dikim û eve wekî rengekî terefgirîyê tête dîtin ji derve. Eve gelek bi dilê min nîne. Ji berê were digel xelkê me yê li Ewrûpayê yê ji alîyê etnîk û bawerîyan ve ji hev cuda, me bi hunera xwe têkilîyeke ji dil pêkînaye. Çav û guhê mirovên me yên li Ewrûpayê dijîn li welatî ye. Pêşhatinên baş nebaş yên li welatî mutleq tesîrê li Ewrûpayê jî dikin. Êdî dixwazim zêdetir digel guhdarên xwe yên Ewrûpayê bim û hesreta min e ku stranên xwe yên ku ew bi salan e dizanin digel wan bêjim. Bi munasebeta 30. salîya hunera min, niyeta min heye ku vê hesreta xwe digel wan parve bikim. Ewil 8ê Sibatê dê li Kopenhagê û 12ê Sibatê jî li Upsalaya Swêdê bim. Ez ji bo van konserên xwe yên ku Konsert & Kongresê organîze kirî gelek bi heyecan im. Herweha di van konseran da dokumentara 30 deqîqeyî ya bi navê “Dîrokê reftareke baş digel me nekir” ya bi dengê Can Dündar dê bête nîşandan. Dokumentar, fotrafê 30 salan yê Tirkîyeyê ji pencereya hunerê ve dê bi zelalî nîşan bide.​

Nûdem: Hûn 8ê Sibatê li Kopenhagê bi munasebeta 30. salîya hunera xwe dê konserekê bidin, bo guhdarên xwe hûn dê çi bêjin?

Ferhat Tunç: Pişti gelek salan ez dê bigihime xelkê xwe li Kopenhagê. Ez giringîyeke mezin didime vê hevdîtinê. Wekî ez 30 salan di jîyana xwe ya hunerî da li paş xwe dihêlim, herweha ji ber xatira 30 salan jî em dê bi hev ra bin.

Bêşik alîyê herî bihadar yê van 30 salên jîyana min, peywendî danana digel xelkê me û guhdarên me ye. Ez dixwazim şeva 8ê Sibatê ji vî alî ve jî bête biha kirin. Bi van his û bîr û hiziran ez xelkê me yê li Danmarke dijî dawet dikim ku di vê konserê da em bi hev ra stranên xwe bêjin. Digel hevalên xwe yên muzîsyen yên ku ji Tirkîyeyê dê bi min ra bên, 8ê Sibatê em dê li salonê cihê xwe bigirin. Wekî min gotî dokumentara “Dîrokê reftareke baş digel me nekir” li derveyî welat ewilcar dê li Kopenhagê bête nîşandan. Piştî dokumentarê, ji hilbijêreke stranên 22 albûman em dê dest bi konsera xwe bikin ku dê du seet û nîvan biajo. Ji alîyê teknîkî ve pêşhazirîyeke baş hate kirin û bi hêvîya hevdîtinê li êvarîya 8ê Sibatê seet 18:00ê.

Ferhat Tunç
6 Kanûna Paşîn [January] 2014

Kurdîya wê: Rojan Hazim

NYHEDER